von Rudik Shamoyan
•
12. Januar 2021
E’zîzê E’mer Tamoyan Dayik bûye sala 1937-a 1-ê tîrmehê Li Cimhuryeta Ermenîstanê, gundê E’mo. Sala 1972-a e’wil Êzîdî bû, ku ji Kavkazê çû h’ecê Lalişa Nûranî. 1973-a de destpêkir h’eja Êzîdîyên Ermenîstanê û sala 1988-a bi serk’arya E’zîzê E’mer hat avakirin teşk’îleta Êzîdîya yekemîn “Tifaqa Netewa Êzîdî ya Ermenîstanê” (Tifaqa Êzdîaye Miletyê). Sala 1988-a bi 15.000 îmze çû Moskow û Êzîdî di nasnemêde da naskirin wek qewmî (netew). Sala 1989-a bi Tifaqa Êzîdîya Miletyê bi serokatîya E’zîzê E’mer li Ermenîstanê di nasne’mêda hate naskirin Êzîdî wek qewmî (milet, netew). Sala 1990, 3-ê meha 11-a bi serokatîya E’zîzê E’mer hat derxistin rojne’ma Dengê Êzîdîya (ku vê gavê nav dive Êzdîxane). Sala 1990 bi serkarya E’zîzê E’mer weşana xwe destpêkir radîo berne’ma Êzdîya li radîoya giştî ya Ermenîstanê. Sala 1991-1994-a bi qumandarîya E’zîzê E’mer 500 şervanê êzîdî beşdarî şerê Qerebaxê bûn, ku hê qewînkir biratî-xêrxwezîya Êzdîya û Ermenîya. Sala 1991-ê hate çêkirin Tifaqa Êzdîya Netewî ya dinîayê, serokê kîjanê hate hilbijartin E’zîzê E’mer. Sala 2002-a bi E’zîzê E’mer Parlamênta Cimhurîyeta Ermenîstanê naskir zimanê Êzîdîya wek Êzdîkî usajî wek Milet Êzdî. Ji sala 2005-a bi daxwazne’ma E’zîzê E’mer, wezîreta Xwendinê ya Cimhurîyeta Ermenîstanê çap dike kitêbê Ziman û E’debîyeta Êzdîkî ji dersxana 1-ê hetanî 12-a. Roja îroyîn li 60 gund û bajarên Ermenîstanê de zarokê Êzdîya hîn dibin zimanê dê zimanê Êzdîkî li mektebada (dibistana). Hemnivîskarê wan kitêbane E’zîzê E’mer û H’esenê şêx Me’mûdê. Bi serokatya E’zîzê E’mer çend eydê Êzdîya hatin parastin li Ermenîstanê, taybetî eyda Çarşema Sersalê. Bi daxwaznema maqûl E’zîzê E’mer her sal serokê Cimhurîyeta Ermenîstanê pîroz dike Sersala Êzîdîya bi îmze-neme. Çawa sala 2007-a, usajî sala 2014-a de bi gazîya E’zîzê E’mer miletê Êzîdî her wext meş didan derbaskirin û daxwaza parastina mafê Êzdîyan dikirin, taybetî bona parastina mafê Şengalîyan. E’zîzê E’mer bi gelek xelatên hukumata Ermenîstanê, taybetî bi mêdalên Wezîreta Parastinê hatye xelatkirin. Usajî bi mêdala Cimhurîyeta Arcaxê mêrxasîyê herî bilind “Martakan Tsarayutyun” hatye xelatkirin. E’zîzê E’mer gavên xwe her wext avîtye û davêje bi van gilîya: Miletê min Êzdî, Zimanê min Êzdîkî, dînê min Şerfedîn. Gereka bê gotin, ku maqûl E’zîzê E’mer jîyana xwe pêşkêşî miletê xwe Êzdî kirye, ji ber ku her wext hazir bûye û li gel miletê xwe bûye.